DAIŞê 3 stûnên elektrîkê yên li sînorê Kerkûkê teqandin

Îro 26.07.2022yê li nêzîk nahyeya Reşad a ser bi parêzgeha Kerkûkê, terorîstên DAIŞê 3 stûnên elektrîkê teqandin.

26 Tîrmeh 2022 - 10:47
26 Tîrmeh 2022 - 10:47
 0
DAIŞê 3 stûnên elektrîkê yên li sînorê Kerkûkê teqandin

Berpirsê beşa ragehandina tora elektrîka Kerkûkê Elî Kerem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro nêzîk nahyeya Reşad a ser bi parêzgeha Kerkûkê, çekdarên DAIŞê di kiryarekî terorîstî de, 3 stûnên elektrîkê teqandin û ew yek dê bandoreke xirab li ser kêmbûna elektrîkê bike.’’

Herwaha got, piştî bûyerê, tîmên endazyariya elektrîkê diçin wan stûnên şikestî çêbikin.

Ev nûçe bi tevahî 394 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:05:03