Dana Gas: Karên li kêlgeha Kormorê dest pê kirin

Kompanyaya Dana Gas a Îmaratî ragihand, piştî astengiyên di hefteyên borî de, karên wan li kêlgeha gaza siruştî ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê bi awayekî asayî û tam dest pê kirine.

13 Avrêl 2026 - 10:52
13 Avrêl 2026 - 10:52
 0
Dana Gas: Karên li kêlgeha Kormorê dest pê kirin

Kompanyaya Dana Gasê îro 13ê Nîsanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, hemû kar û xebatên wan ên li kêlgeha gaza siruştî ya Kormorê, ku dikeve sînorê qezaya Çemçemalê, careke din asayî bûne.

Li gorî daxuyaniyê, vegera li kar piştî wê yekê tê, di hefteyên borî de karên li kêlgehê bi awayekî navber-navber birêve diçûn. Dana Gasê tekez kir, di vê heyamê de bi hevahengiyeke xurt a li gel saziyên hikûmetê, wan hemû tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst girtine. Kompanyayê diyar kir, armanca wan a serekî parastina jiyana karmendan û ewlehiya binesaziya kêlgehê bûye.

Kêlgeha Kormorê ku ji aliyê konsorsiyuma Pearl Petroleum (bi serokatiya Dana Gas û Crescent Petroleum) ve tê birêvebirin, wekî mezintirîn kêlgeha berhemanîna gazê li Herêma Kurdistan û Iraqê tê hejmartin. Ev kêlgeh çavkaniya serekî ya gaza ji bo westgehên berhemanîna elektrîkê ya li Herêmê ye.

Kêlgeha Kormorê di salên 2023 û 2024an de gelek caran rastî êrîşên bi dron û mûşekan hatibû. Di êrîşeke herî dijwar a meha Nîsana 2024an de, 4 karmendên biyanî jiyana xwe ji dest dabûn û çend kesên din jî birîndar bûbûn. Ji ber van êrîşan, karên kêlgehê çend caran hatibûn rawestandin, ku vê yekê rasterast bandoreke xerab li ser pêdana elektrîka welatiyan li Herêma Kurdistanê kiribû.

Niha bi destpêkirina xebatên tam a Dana Gasê re, tê çaverêkirin ku rewşa berhemanîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê ber bi baştirbûnê ve biçe û aramiya enerjiyê careke din were dabînkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 38 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:30