Daxuyaniyek ji PDK-İ li ser kuştina endamekî wan

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) li ser kuştina endamê PDK-Î Siyamend Şaboyî ragihand, endamê wan ji aliyê kirêgirtiyên Îranê ve hatiye kuştin û termê wî li derdora Behirke hatiye dîtin.

13 Tîrmeh 2023 - 03:06
13 Tîrmeh 2023 - 03:06
 0
Daxuyaniyek ji PDK-İ li ser kuştina endamekî wan

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) li ser kuştina endamê PDK-Î Siyamend Şaboyî ragihand, endamê wan ji aliyê kirêgirtiyên Îranê ve hatiye kuştin û termê wî li derdora Behirke hatiye dîtin.

Li gor daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), endamê PDK-Î Siyamend Şaboyî wan ji aliyê kirêgirtiyên Îranê ve hatiye kuştin. PDK-Î daxwaz dike ku nehêlin Îran Iraqê bike qada tîmên xwe û bê helwest nebin.

Herwiha daxwazê ji welatan û ji komeleyên siyasî û rêxistinan dike, vê tawanê şermezar bikin.

Îro danê sibê endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yê bi navê Siyamend Şaboyî li nêzîkî Cêjnîkan a nêzîkî Behirke ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kuştin û termê wî piştî nîvro hatiye dîtin.

Siyamend Şaboyî temen 35 salî ye û xelkê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Hefteya borî jî PDK-Î di daxuyaniyekê de ragihandibû ku du endamên wan ên din li havîngeheke Qeladizê hatine kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 1178 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:08:25