Demîrtaş: Di navbera min û Birêz Ocalan de rikeberî nîne

Selahattîn Demîrtaş, bi daxuyaniyeke nû, piştgiriyeke xurt da pêvajoya çareseriyê.

21 Mijdar 2025 - 11:41
21 Mijdar 2025 - 11:41
 0
Demîrtaş: Di navbera min û Birêz Ocalan de rikeberî nîne

 Demîrtaş her wiha teqez kir ku di navbera wî û Abdullah Ocalan de ti reqabet nîne.

Demîrtaş eşkere kir ku ev daxuyanî da ku dawî li spekulasyon û nîqaşên ku li ser navê wî tên kirin bîne.

"Di navbera min û Birêz Ocalan de rikeberî nîne"

Selahattîn Demîrtaş piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê bi awayekî zelal anî zimên û got, "Ez di nav, li gel û li pişt hewldanên aştiyê me."

Demîrtaş destnîşan kir ku înîsiyatîfa sereke ya Birêz Ocalan e û Serokkomar Erdogan û Birêz Bahçelî jî bi wêrekî xwedî lê derketine.

Demîrtaş derbarê rola Abdullah Ocalan de jî got, "Rola Birêz Ocalan, mîsyona wî û berpirsiyariya wî ya dîrokî gelekî girîng e. Vê yekê jî tenê ew bi xwe dikare bi cih bîne, ne kesekî din, ez jî di nav de."

"Kîna min li hemberî ti kesî nîne"

Demîrtaş peyameke lihevhatinê jî da û ragihand ku kîna wî li hemberî ti kesî nîne.

Demîrtaş got ku eger rojekê azad bibe, dixwaze bi hemû aktorên siyasî re, di serî de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re rû bi rû hevdîtinê bike.

Selahattîn Demîrtaş teqez kir ku eger Erdogan ji bo reformên demokratîk rûpeleke nû veke, ew dê bê şert û merc piştgiriyê bide wî.

"DEM Partî tekane partiya min e"

Demîrtaş dawî li îdiayên derbarê avakirina partiyeke nû jî anî û bi tundî got:

"Nûnera îro ya kevneşopiya me ya siyasî DEM Partî, tekane partiya min e. Eger rojekê pêwîstiya min bi siyaseta aktîf hebe jî, mala min, hêlîna min DEM Partî ye."

"Çav û guhên me li ser biryara dîrokî ya Komîsyonê ne"

Selahattîn Demîrtaş di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser civîna Komîsyonê û wiha got:

"Em dê pêşî aştiyê, paşê edalet, wekhevî û biratiyê bi hev re ava bikin.

Ji bêhêvîbûnê re cîh nîne. Niha çav û guhên me, dê li ser biryara wêrek û dîrokî ya Komîsyonê be."

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:21:40