Derya Turk: Em hêvî dikin Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Alman behsa rewşa Êzidiyan bikin

Endama Parlementoya Almanyayê, Derya Turk dibêje, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya bo Almanyayê “nîşaneke girîng û baş e, ji ber ku gotûbêjên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo hemû navçeyê gelek giring in.” Derya Turk hêvî jî kir ku di civîna navbera Serokê Herêma Kurdisatanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz de rewşa Kurdên Êzidî û xelkê Şingalê were gotûbêjkirin.

25 Hezîran 2023 - 16:53
25 Hezîran 2023 - 16:53
 0
Derya Turk: Em hêvî dikin Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Alman behsa rewşa Êzidiyan bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023an di çarçoveya serdaneke fermî de dê serdana Almanyayê bike û bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û hejmarek berpirsên din ên Almanyayê re bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî dê di hevdîtinên xwe de, pêşxistina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi Almanyayê re, berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş, û rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi serkirdayetî û berpirsên Almanyayê re gotûbêj bike.

Endama Parlementoya Almanyayê, Derya Turk derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya bo Almanyayê de ji Rûdawê re ragihand, “nîşaneke girîng û baş e, ji ber ku gotûbêjên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo hemû navçeyê gelek giring in.”

Derya Turk hêvî kir ku rewşa Kurdên Êzidî beşek ji ajandaya serdanê û hevdîtinan be. Derya Turk amaje bi hevdîtina Seorkê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz kir û got: “Hêvîdar im di vê civînê de mijra Êzidiyan û xelkê Şingalê yên ku ji ber rewşa xirab û bê aramiya navçeyê bandor bûne, were gotûbêjkirin.”

Endama Parlementoya Almanyayê li ser hewldanên ji bo nûavakirina Iraqê û Şingalê jî kir û got: “Ez gelek kêfxweş im ku Scholz vê derfetê bikar tîne û behsa nûavakirina Iraqê dike, ji ber ku bêyî alîkariya derve û bêyî welatên sêyem, ez bawer dikim ku jinûveavakirin bi taybetî li Şingalê pêş nakeve, ji ber vê yekê ez kêfxweş im ku ev gotûbêj çêdibe.”

Ev nûçe bi tevahî 857 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:30:35