Destdirêjiya Îranê bo Kurdistanê nayê qebûlkirin
Parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê ragihand ku piraniya cîranan bi taybet jî Îran destdirêjiya karûbarê Iraqê dike û ev nayê qebûlkirin. Encamdana referandumê bi welatiyên kurd ve girêdayî ye.

Endamê Parlamentoya Iraqê Îslam Hisên ragehand ku encamdana referandumê tenê bi welatiyên Kurdistanê ve girêdayî ye û da zanîn ku di piraniya civînan de behsa destwerdana welatên cîran di karûbarên Iraqê de tê kirin, taybet jî Îran, ew yeke jî li wê yekê vedgerîne ku piraniya dezgehên Iraqê ji aliyê Îranê ve birêve diçin.
Îslam Husen da zanîn ku hewlek ji aliyê Amerîkayê heye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dûrî Iranê bixe, lê Ebadî ji nêzîkbûna xwe ya ji bo Îranê kêfxweş e.
Nûvekirina herî dawî: 21:45:07