YNK û Gorran dê li Silêmaniyê bicivin

Serkirdayetiyên Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) roja 8ê Gulanê dicivin.

8 Gulan 2017 - 03:37
8 Gulan 2017 - 03:37
 0
YNK û Gorran dê li Silêmaniyê bicivin

Endamê Desteya Kargerîya Polîtburoya YNKê Hekîm Qadir Hemecan ragihand, roja duşemê serkirdayetiya hevbeş a YNKê û Gorranê ji bo gotûbêjkirina çend mijaran dicivin.

Li gor nûçeya Rûdawê Hemecan got, "Roja dûşemê berî nîvro serkirdayetiya hevbeş a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê (Gorran) li Girê Zergete yê bajarê Silêmaniyê dicivin."

Tê pêşbinîkirin, di civînê de mijarên çalakkiirna Parlamentoya Herêma Kurdistanê, referandûma serxwebûnê û çalakirina rêkeftina YNK û Gorranê werin rojevê.

Herî dawî serkirdayetiyên YNK û Gorranê li 27ê Nîsana 2017an civiyabûn û biryar standibûn mekanîzmayên pêwîst bicih bînin.

Ev nûçe bi tevahî 1698 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:55:07