Di bombebarana Artêşa Tirk de Kurdek canê xwe ji dest da

Di encama bombebarankirina firokeyên şer ên Tirkiyê bi ser devera Şîdekanê, welatiyekî Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

14 Mijdar 2017 - 04:15
14 Mijdar 2017 - 04:15
 0
Di bombebarana Artêşa Tirk de Kurdek canê xwe ji dest da

Li gorî ragihandinan, duh firokeyên şer ên Tirkiyê navçeyên Mêrge Reş, Bermîze, Çinaroke, Geliyê Reş, Kareşk, Kiware û Xwegurkê li devera Biradost bombebaran kirin.

Di encama wê bombebaranê de, otombîla welatiyekî bi ber wê bombebaranê de ket û xwediyê wê otombîlê yê bi navê Îndad Osman Arî Biradostî şehîd bû. Îndad Biradostî jidayikbûna sala 1981an e û xêzandar e.

Her wiha nayê zanîn asta ziyanên PKK'ê ji wê bombebaranê çi ye.

Ev nûçe bi tevahî 1644 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:27