Di êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê da 231 zarok hatin kuştin

Erîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê da 427 zarok birîndar bûn û 231 zarok jî hatin kuştin.

19 Gulan 2022 - 04:31
19 Gulan 2022 - 04:31
 0
Di êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê da 231 zarok hatin kuştin

Hat ragihandin di êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê da 427 zarok birîndar bûn û 231 zarok jî hatin kuştin.

Serdozgeriya Komarê ya Ukraynayê daxuyanî da û ragihand ku di bombebarandina artêşa Ûris da 1828 saziyên perwerdehiyê yên li welêt zirar dîtin û 171ê wan bi tevahî hilweşiyan.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji 24ê Sibatê ku êrîşên Rûsyayê dest pê kir heta niha 427 zarok birîndar bûn û 231 zarok jî hatin kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 703 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:03:18