Di nava 2 rojan de serokên 5 bajaran ên AK Partiyê îstifa kir
Di nava du rojan de serokên rêxistinên 5 bajaran ên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) îstifa kir ku du ji wan li Bakurê Kurdistanê ne.

Pêla îstifayan di nava berpirs û rayedarên AK Partiyê de didome.
Roja Înê Serokê Rêxistina Semsûrê yê AK Partiyê Bulent Kaplan, Serokê Rêxistina Çanakkaleyê yê AK Partiyê Omer Faruk Gokturk û Serokê Rêxistina Nîgdeyê yê AK Partiyê Mustafa Ozdemîr ragihand ku wan ji erkên xwe îstifa kiriye.
Serokê Rêxistina Çanakkaleyê yê AK Partiyê yê Omer Faruk Gokturk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî ji erkê xwe yê ku ji Îlona 2024an ve bi rê ve dibir, îstifa kiriye.
Serokê Rêxistina Nîgdeyê yê AK Partiyê Mustafa Ozdemîr jî di daxuyaniyekê de got ku wî biryara îstifakirinê bi îradeya xwe û bi agahdariya navenda giştî daye.
Serokê Rêxistina Semsûrê yê AK Partiyê Bulent Kaplan jî bi heman awayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî îstifaya xwe eşkere kir.
Kaplan di daxuyaniya xwe de anî ziman ku wî erkê xwe bi şanazî û berpirsyarî bi cih aniye û spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir.
Her wiha Serokê Rêxistina Bedlîsê yê AK Partiyê Kadîr Kostekçî jî îstifa kir.
Îstifa piştî wê yekê hatin ku roja pêncşemê Serokê Rêxistina Muglayê yê AK Partiyê Haluk Laçîn û Serokê Rêxistina Xarpêtê yê AK Partiyê Şerafettîn Yildirim jî îstifaya xwe ragihandibû.
Bi vî awayî, di nava du rojan de serokên rêxistinên 5 bajaran ên AK Partiyê dest ji erkên xwe berdan.
Nûvekirina herî dawî: 09:12:14