Donald Trump: Ez dê 25ê Îlonê li Koşka Spî bi Erdogan re bicivim
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê 25ê Îlonê li Koşka Spî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Donald Trump ev agahî li ser hesabê xwe yê Truth Socialê belav kir.
Li gorî parvekirina Trump ew dê li ser kirîna “balafirên Boeingê, rêkeftineke mezin a F-16an û berdewamiya dan û standinên F-35an” biaxivin:
Parvekirina Donald Trump bi vî rengî ye:
“Ez kêfxweş im ku 25ê Îlonê li Koşka Spî mazûvaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bikim.
Em bi Serok re li ser gelek rêkeftinên bazirganî û leşkerî dixebitin, di nav de kirîna berfireh a balafirên Boeingê, rêkeftineke mezin a F-16an û berdewamiya danûstandinên F-35an ku em li bendê ne bi awayekî erênî bi dawî bibin.
Pêwendiyên min û Serok Erdogan her dem gelekî baş bûne. Ez li hêviya dîtina wî ya di 25ê mehê de me!"
Nûvekirina herî dawî: 11:09:50