Îdiaya ku ‘DAIŞ li Dîlokê pirtûkan difroşe'

Hat îdiakirin ku dikana pirtûkan ya DAIŞê ya li bajarê Dîlokê, hêj bi wayekî aktîf kar dike.

23 Gulan 2017 - 09:34
23 Gulan 2017 - 09:34
 0
Îdiaya ku ‘DAIŞ li Dîlokê pirtûkan difroşe'

Li gorî nûçeya Birgunê, dikana bi navê ‘Mekke' wekî navendeke lojîstîk ya terorîstan tê bikaranîn û ew hêj bi awayekî aktîf kar dike.

Di nûçeyê de behsa govanê nepen yê bi nasnavê ‘Pramit' ku di nava îdianameya ‘êrişa ku 1ê Gulana 2015an ya li dijî Midûriyeta Gelemper ya Ewlekariyê' de derbas dibe tê kirin. Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatiye amdekirin û pêşkêşî Dadgeha Cezaya Giran ya 8emîn hatiye kirin û tê de navê 100 gumanbaran cih digre.

Ev nûçe bi tevahî 2088 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:35:45