Dîlok: Mînîbusek li barhilgirekê qelibî: 1 mirî, 7 birîndar

Li navçeya Şehitkamilê ya parêzgeha Dîlokê mînîbuseke karkeran li barhilgirekê qelibî û kesekî canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

14 Tebax 2023 - 03:42
14 Tebax 2023 - 03:42
 0
Dîlok: Mînîbusek li barhilgirekê qelibî: 1 mirî, 7 birîndar

Li Taxa Sefaşehirê ya Şehitkamilê li ser rêya Dîlok-Nurdagiyê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku karker dibirine cihê kar, li barhilgireke rawestiyayî qelibî.

Di bûyerê de karkerê bi navê Cihan Kodalakoglu canê xwe ji dest da û tevî şofêr 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê.

Cenazeyê Cihan Kodalakoglu jî birin Saziya Bijîşkiya Dadî.

Ev nûçe bi tevahî 1002 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:50:30