Li Dêrsimê kesek di Çemê Pulumurê de xeniqî

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê kesekî 27 salî ji bo ku hênik bibe, ket çem û tê de xeniqî

14 Tebax 2023 - 03:45
14 Tebax 2023 - 03:45
 0
Li Dêrsimê kesek di Çemê Pulumurê de xeniqî

Nûcegihan Rûdawê yê Dêrsimê ragihand ku 4 kesên heval ji bajarê Erzinganê ji bo gerê çûne Dêrsimê.

Li Geliyê Pulumurê 3 ji wan kesan ji bo hênik bibin ketin ava çem û li ber avê çûn.

Bi alîkariya welatiyên li herêmê, 2 ji wan ji çem hatin derxistin lê Servet Şenturkê xelkê Wanê ji ber çavan wenda bû.

Li ser agahdarkirinê ekîbên AFADê, tenduristî, îtfaiyeyê, endamên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Servet Şenturk ji avê hat derxistin û derket holê ku ew xeniqiye.

Cenazeyê Servet Şenturk ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Ev nûçe bi tevahî 1058 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:20:19