DNO dest bi berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê dike

Kompanyaya DNO ya Norwêcî aşkere kir, wê careke din dest bi hilberîna petrolê li kêlgeha Tawkiye li Herêma Kurdistanê kiriye.

17 Tebax 2023 - 07:14
17 Tebax 2023 - 07:14
 0
DNO dest bi berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê dike

Li gor daxuyaniya DNO ku îro hatiye belavkirin, petrola ku ew berhem tîne, ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ye û bi buhayên kêmtir tê firotan.

DNO ya Norwêcî da zanîn, beşek ji hilberîna wê ji zeviya Tawkiye ye û ji meha borî dest pê kiriye bi bihayên kêmtir ji bo kompanyayên navxweyî tê firotan.

Da zanîn jî, ew rojane 40 hezar bermîlên petrol ji kêlgeha Tawkiye berhem tîne û beşek ji wê bi rêya tankeran difroşe kompanyayên navxweyî.

Rêvebirê DNO Bîjen Rehmanî got, her çend e ti hêviyek dubare destpêkirina hinardekirina petrolê bi boriyan nemaye, ew petrolê bi tankeran veguhezînin.

Kompanyaya petrolê ya DNO ya Norwêcî piştî 4 mehan ji rawestanê, dîsa dest bi hilberandina li kêlgeha petrolê ya Tawkiye kir û niha rojane 40 hezar bermîl petrol berhem tîne.

Ev nûçe bi tevahî 620 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:47:05