Serokê Giştî yê PAKê: Ez Rûdawê pîroz dikim

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, ji ber wergirtina Xelata Zêrîn a Stevieyê, Rûdaw pîroz kir.

17 Tebax 2023 - 07:17
17 Tebax 2023 - 07:17
 0
Serokê Giştî yê PAKê: Ez Rûdawê pîroz dikim

14ê Tebaxê di çarçoveya Xelatên Stevieyê de, xelatên navdewletî yên Businessê hatin ragihandin û Tora Medyayî ya Rûdawê xelata "Company of the Year"ê wergirt.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, bi peyamekê ev serkeftina Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.

“Di ragihandina Kurdî de cîhe Rûdawê girîng e”

Ozçelîk di peyama xwe de bal kişande rola girîng a Rûdawê û got:

“Tora Medyayî ya Rûdawê di ragihandina Kurdî de cîhekî xwe yê girîng heye.

Ji ber wergirtina vê xelatê, ez hemû rêvebir, xebatkar û alîkarên Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz dikim; di karên wan da serkeftinê dixwazim.”

Xelatên Stevieyê dê 13ê Çiriya Pêşîn li Romaya paytexta Îtalyayê bi merasîmeke mezin bên dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 938 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:49:11