Ebas Eraqçî telefonî Nêçîrvan Barzanî kir
Medyaya Îranê ragihand ku Ebas Eraqçî telefonî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.
Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nêçîrvan Barzanî "rewşa herêmê" nirxandiye.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, di wê pêwendiya telefonî de pêwendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Her du alî li ser dan û standinên aborî û bazirganî û xurtkirina hevahengiyê ya ji bo parastina ewlehiya sînorên hevbeş û têkoşîna li dijî terorê axivîn.
Her wiha her du aliyan qala pêşhatên li herêmê û girîngîdana welatên herêmê ya ji bo xurtkirina aramiyê kir.
Nûvekirina herî dawî: 02:47:28