Êlih: Zavayê xwe li ber çavên xwarzêyê xwe kuşt

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê kesekî li ber çavê xwarziyê xwe, hevjînê xwişka xwe kuşt.

14 Cotmeh 2023 - 15:05
14 Cotmeh 2023 - 15:05
 0
Êlih: Zavayê xwe li ber çavên xwarzêyê xwe kuşt

Li gor agahiyan, li Taxa Cudiyê ya Êlihê Vahdetîn Guneşê 36 salî dema di kolanê de dimeşiya bûrayê wî R.G. ji paş ve gule lê reşandin û ew bi giranî birîndar bû.

Hat zanîn ku Vahdetîn Guneş û hevjîna xwe di pêvajoya cudabûnê de bûne.

Di bûyera ku bi kameraya telefonê hat girtin de derket holê ku Guneş li ber çavê kurê xwe yê 13 salî gule lê hatiye reşandin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman Vahdettin Guneşê ku bi giranî birîndar bûbû, veguhest Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Wî tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Herwiha R.Gyê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin, lêpirsîna wî ya li Navenda Ewlehiyê berdewam dike.

Ev nûçe bi tevahî 709 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:13:52