Encûmena Wezîran encamên serdana şanda hikûmetê bo Bexdayê gotûbêj dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 9ê Tebaxa 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Li daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, di mijara yekem a civînê de, encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ya taybet ji bo amadekirina projeyasaya petrol û gaza federal tê pêşkêşkirin.
Di mijara duyem ya civînê de jî, reşnivîsa peyrewa (Sindûqa çavdêrî û şiyandina kesên astengdar, xwedî pêwîstiyên taybet û bejinkurtan) li ber ronahiya yasaya jimare (22) ya sala 2011ê tê pêşkêşkirin.
Nûvekirina herî dawî: 19:01:17