Endamên Desteya Koordîneya Polîtburoya PDKê hatin diyar kirin

Îro endamên Desteya Koordîneya Polîtburoya PDKê hatin diyar kirin ku ji 5 kesan pêktê û yek ji wan jî dibe berpirsê Desteya Koordîneya Polîtburoya PDKê.

19 Mijdar 2022 - 09:00
19 Mijdar 2022 - 09:00
 0
Endamên Desteya Koordîneya Polîtburoya PDKê hatin diyar kirin

Çavkaniyekî ji Polîtburoya PDKê ji K24ê re ragehand, di civîna îro ya polîtburoya PDKê de endamên Desteya Koordîneya Polîtburoya PDKê hatine diyar kirin.

Derbarê navên endamên Desteya Koordîneya Polîtburoya PDKê de jî heman çavkaniyê ragehand; Her 5 endamên Destreya Koordîneya Polîtburoy a PDKê pêktên ji; Fazil Mîranî, Hoşyar Zêbarî, Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed û Sîdad Barzanî.

Biryare yek ji wan herpênc endaman jî kesek bibe berpirsê Desteya Koordîneya Polîtburoya PDKê.

Ev nûçe bi tevahî 566 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:31:09