Netanyahu gef li milîsên Îraqê xwar
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) axaftineke tund û berfireh kir.

Netanyahu operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li dijî Îran û hevpeymanên wê eşkere kir, gefa tunekirinê li serkirdeyên milîsên Îraqê xwar û îhtimala peymaneke aştiyê bi Sûriyeyê re ragihand.
Di dema destpêkirina axaftina Netanyahu de bi dehan delegeyan salon terikand lê wî helwesta xwe ya tund domand û got, "Îsraîl stûyê xwe xwar nake."
Wî her wiha operasyonên li dijî Îranê eşkere kir û gef li serkirdeyên milîsên Îraqê xwar.
Hê ku wî dest bi axaftina xwe kir, bi dehan delegeyên ji gelek welatan bi komî ji salona Lijneya Giştî derketin.
Tevî zêdebûna îzolasyona navneteweyî jî, Netanyahu helwesta xwe ya tund domand û got, "Dibe ku serkirdeyên Rojava stûyê xwe xwar kiribin, lê ez yek tiştî garantî dikim: Îsraîl dê neke."
Gefa li mîlîsên Îraqê û operasyonên li dijî Îranê
Netanyahu hişyarî da ku her çi qasî Îsraîlê beşên mezin ên "çembera terorê" ya Îranê, di nav de Hemas, Hizbulah û Hûsiyan têk biribe jî gefa ji komên çekdar ên Îraqê berdewam dike.
Wî got, eger ew milîs êrişî Îsraîlê bikin, serkirdeyên wan jî dê wekî yên din bên tunekirin.
Netanyahu bi rêzkirina encamên operasyonên Îsraîlê got, "Nîvê serkirdayetiya Hûsiyan li Yemenê têk çû. Yehya Sinwar li Xezeyê têk çû. Hesen Nesrullah li Libnanê têk çû.
Rejîma Esed li Sûriyeyê têk çû. Ew milîsên li Îraqê, belê, ew hîn jî rawestandî ne. Serkirdeyên wan, eger êrişî Îsraîlê bikin, ew jî dê têk biçin."
Wî her wiha behsa şerê 12rojî yê bi Îranê re kir û got, "Pîlotên me yên wêrek û pîlotên B-2 yên Amerîkayê navendên dewlemendkirina navokî yên Îranê bombebaran kirin.
Ez spasiya Serok Trump dikim. Me soza xwe ya rêgirtina li ber çekên navokî yên Îranê bi cih anî."
Aştî bi Sûriyeyê re û parastina Durziyan
Netanyahu eşkere kir ku Îsraîlê bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re dest bi dan û standinan kiriye ku ev yek îhtimala peymaneke aştiyê ya dîrokî derdixe holê.
Wî got, "Fikra aştiyê bi Sûriyeyê re berê dûrî destan bû lê niha mimkin bûye."
Netanyahu diyar kir ku peymaneke wiha dikare "serweriya Sûriyeyê biparêze, berjewendiyên Îsraîlê bi cih bîne û parastina Durziyan jî li xwe bigire."
Peyam ji dîlan û Hemasê re
Netanyahu êrişên 7ê Çiriya Pêşîn bi bîr anî û navê 20 dîlên ku tê bawerkirin hîn sax in li Xezeyê xwend.
Ew bi awayekî dramatîk, ji ser kursiyê NY rasterast bi rêya hoparlorên ku li ser sînorê Xezeyê hatibûn danîn, bi wan re axivî û got, "Me we ji bîr nekiriye."
Wî her wiha peyamek ji Hemasê re şand û got, "Çekên xwe deynin. Gelê min azad bikin. Eger hûn bikin, hûn dê bijîn. Eger na, Îsraîl dê nêçîra we bike."
Zexta navneteweyî û helwesta Amerîkayê
Axaftina Netanyahu di demekê de hat ku zexta navneteweyî li ser Îsraîlê zêde dibe. Gelek welatan dewleta Filistînê nas kiriye û dadgehên navneteweyî li ser tawanên şer lêkolînan dikin.
Nûvekirina herî dawî: 03:49:10