Erdogan: Em dê herin Hewlêrê

Recep Tayyîp Erdogan got, “Em dê piştî Bexdayê herin Hewlêrê jî.”

19 Avrêl 2024 - 11:50
19 Avrêl 2024 - 11:50
 0
Erdogan: Em dê herin Hewlêrê

Serokkomara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê piştî nimêja înê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Erdogan da zanîn ku ew dê piştî Bexdayê were Hewlêrê jî û got:

“Bi rastî serdana me ya Îraqê hatibû taloqkirin.

Niha hilbijartin xelas bû û em dê herin Îraqê. Serdaneke yekrojî ye.

Pêşî Bexda. Em dê li Bexdayê bi Birêz Serokkomar û Birêz Serokwezîr re hevdîtinan bikin û paşê derbasî Hewlêrê bibin.

Li Hewlêrê dê derfeta me çêbibe ku em li ser pirsgirêkên bakurê Îraqê û pirsgirêkên bi rêveberiya navendî re biaxivin.”

Ev nûçe bi tevahî 699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:04:30