Tirkiye: Em amade ne rolê xwe bo çarekirina arêşeya petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bigêrin
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê radigehîne ku, amade ne pêxemetî çarekirina arêşeya hinardekirina petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî şefaf rolê xwe bigêrin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar di bernameyeke tilevizyonî de ragehand ku, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li roja Duşemê serdana Bexdayê û paştir belkî serdana Hewlêrê jî dike. Ew bi xwe jî dê bi wê şandê re be.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê amaje jî da ku, boriya petrolê ya navbera Tirkiye û Îraqê dikare her roj 1.4 milyon bermîlên petrolê hinarde bike lê heta niha îmkan çê nebûye bi wî qebareyî bê hinardekirin û ew dixwazin tevaya şiyana wê boriyê bi kar bînin.
Alparslan Bayraktar tekez jî kir, “Arêşeya hinardekirina petrolê peywendî bi Tirkiyeyê ve nîne û ji 04ê Mijdara par ve borî ji bo hinardekirina petrolê amade ne”.
Piştî salekê ji rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq - Tirkiyeyê, bi bihayê 11 milyar dolaran zirar gehiştiye dahata Îraqê û bi bihayê 400 milyon dolaran jî weberhênana kompaniyên endamên Apikurê hatiye rawestandin.
Di ser amadehiya Hikûmeta Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê re, heta niha Îraq amade nîne dest bi hinardekirina petrolê bike. Apikur jî dibêje, “Divê bi zûtirîn dem dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin û ew tiştên lihevkirin li ser hatiye kirin wekî xwe bimînin”.
Nûvekirina herî dawî: 11:26:53