Erdogan û Ehmed Şer li ser Helebê axivîn

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi telefonê axivîn.

9 Çile 2026 - 10:49
9 Çile 2026 - 10:49
 0
Erdogan û Ehmed Şer li ser Helebê axivîn

Di pewendiyê de mijara sereke êrişa li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û "bidawîanîna diyardeyên çekdarî" bû.

Serokkomariya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Ehmed Şer û Erdogan “pêşhatên dawî yên li qada Sûriyeyê û rêyên xurtkirina aramiyê gotûbêj kirine.”

Li gorî daxuyaniyê, Ehmed Şer tekezî li ser "serweriya dewletê ya li ser hemû axa Sûriyeyê" kiriye û gotiye:

"Pêşaniya me ya niha parastina sivîlan, dabînkirina ewlehiya derdora bajarê Helebê û bidawîanîna diyardeyên çekdarî yên neyasayî ye ku rê li ber pêvajoya jinûveavakirinê digirin."

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji roja sêşemê ve êrişî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dike û dixwaze Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ji wir derxe.

Piştgiriya Erdogan

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erdogan piştgiriya welatê xwe ya ji bo hewlên Şamê yên "xurtkirina ewlehî û aramiyê" nîşan daye û bal kişandiye ser girîngiya "hevahengiya hevpar a ji bo rûbirûbûna gef û dijwariyan."

Her du aliyan li ser berdewamiya hevahengiya nêzîk a saziyên peywendîdar ên her du welatan li hev kiriye ku "têgihiştinên hevpar werin bicihkirin."

 

Ev nûçe bi tevahî 38 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:49:42