Salih Mislim: Ez dibêjim, Ehmed Şer dîl hatiye girtin
Endamê Desteya Serokatiyê ya PYDyê Salih Mislim ji ajansa Rûdawê re got, “Ez dibêjim, Ehmed Şer dîl hatiye girtin.”
Endamê Desteya Birêvebir a Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim beşdarî bultena ajansa Rûdawê bû û derbarê êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê û windabûna Ehmed Şerî (Colanî) daxuyaniyên girîng dan.
Mislim diyar kir ku armanca van êrişan hilweşandina Peymana 10ê Adarê ye.
Salih Mislim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya demê û got:
"Ev êrişên ku îro tên kirin, bi rastî bi Peymana 10ê Adarê ya ku li Şamê hatibû îmzekirin ve girêdayî ne.
Her kesê ku naxwaze ev peyman bi cih bibe, niha êriş dike."
Mislim bi taybetî rola Tirkiyeyê di van êrişan de destnîşan kir û anî zimên ku Enqere bi rêya komên çekdar dixwaze vê peymanê hilweşîne û Kurdan ji herêmê derxîne.
"Xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê 15 sal in li ber xwe didin"
Siyasetmedarê Kurd, derbarê berxwedana li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de diyar kir ku ev ne cara ewil e ku xelkê van taxan rûbirûyî êrişan dibe û got,"15 sal in, ji sala 2011an û vir ve, karê wan berxwedan e.
Di bin şert û mercên herî giran de, dema ku rejîmê êriş dikir û dema ku komên cîhadî û terorîst êriş dikirin jî wan xwe parast.
Em bi gelê xwe bawer in. Ew dê heta dawiyê axa xwe û rûmeta xwe biparêzin."
Mislim êrişên bi tank û topan ên li ser sivîlan wekî nîşana hovîtiyê pênase kir.
Salih Mislim li ser nûçeyên alîkariyê yên hikûmeta demkî ya Şamê jî bi guman peyivî û got: "Em tiştekî ji vê hikûmeta Şamê bawer nakin.
Her tiştê ku dibêjin derew e. Heya niha tiştekî rast nehatiye kirin. Ew bi bêbextî tevdigerin."
Mislim bang li hêzên navneteweyî, Amerîka, Fransa û Brîtanyayê kir ku wekî garantor li peymanê xwedî derkevin û rê li ber komkujiyan bigirin.
"Ehmed Şerî yan li cem Tirkan yan jî li Şamê dîl e"
Yek ji xalên herî balkêş ên daxuyaniya Mislim derbarê windabûna Ehmed Şerî (Colanî) de bû.
Mislim îdiayeke xurt anî zimên û got,"Ez îdia dikim ku Ehmed Şerî dîl hatiye girtin. Yan li cem Tirkan dîl e, yan jî li Şamê dîl hatiye girtin.
Ji ber ku ji destpêka van êrişan ve heta niha dernetiye û nepeyiviye. Ev nîşan dide ku biryar êdî ne di destê wî de ye, di destê Tirkiyeyê de ye.
Tirkiye fermanê dide ku Kurdan qir bikin û herêmê vala bikin."
"Çarenivîsa me Kurdan yek e"
Endamê Desteya Birêvebiriya PYDyê derbarê tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya di şer de diyar kir ku ev biryareke leşkerî ye lê teqez kir ku parastina gel û HSD xeta wan a sor e.
Mislim her wiha spasiya Serok Mesûd Barzanî kir ku êrişên li ser Helebê wekî "gefa jenosîdê" bi nav kiribûn û got:
"Çarenivîsa me Kurdan yek e. Dema ku li herêmekê pozê me xwîn dibe, em hemû pê diêşin.
Efrîn, Kobanî, Şêx Meqsûd yan jî Zaxo û Mehabad ferq nake.
Divê em hemû bi hev re bin. Ev atmosfêra di navbera me û birayên me yên Başûr de gelekî pozîtîf e.
Em hêvî dikin ku ev yekîtî hîn xurttir bibe da ku em karibin li dijî van planên qirêj bisekinin.
Eger em yek bin sedsala 21ê dê bibe sedsala Kurdan."
Nûvekirina herî dawî: 01:49:41