Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê weşand: Li Helebê agirbest hat ragihandin?

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li derdora taxên Kurdan ên li Helebê agirbest hatiye ragihandin.

9 Çile 2026 - 10:51
9 Çile 2026 - 10:51
 0
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê weşand: Li Helebê agirbest hat ragihandin?

Wezaretê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) xwest ku heta saet 09:00an taxan vala bikin û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve biçin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê derbarê rewşa dawî ya li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê daxuyaniyeke fermî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo parastina selametiya sivîlan û rêlibergirtina şerekî nû, biryara rawestandina reşandina guleyan hatiye dayîn.

Şert û mercên Şamê

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê xalên biryarê wiha rêz kirin:

  1. Ji saet 03:00yan piştî nîvê şevê ve, li derdora taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê reşandina guleyan tê rawestandin.
  2. Ji komên çekdar (Hêzên Asayîşê û YPG) tê xwestin ku ji saet 03:00yan ve dest bi derketina ji van taxan bikin. Dema diyarkirî sibe Înê saet 09:00an diqede.
  3. Destûr tê dayîn ku çekdarên ku derdikevin tenê çekên xwe yên sivik bi xwe re bibin. Artêşa Ereban a Sûriyeyê soz dide ku ewlehiya wan biparêze û bi selametî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.

Wezaretê diyar kir ku armanca vê gavê bidawîanîna rewşa leşkerî ya li van taxan e û amadehiyek e ji bo vegera desthilata qanûnê û saziyên fermî.

Her wiha hat gotin ku armanc ew e xelkê ku bi zorê malên xwe terikandine vegerin û jiyana xwe ya asayî bidomînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlehiya Navxwe (yên hikûmeta Şamê) bi hevahengiya Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê dê mekanîzmaya “derxistina komên çekdar ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi rê ve bibin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) beriya çend demjimêran ragihandibû ku wan daxwaza korîdora ewle nekiriye û ew dê li ber xwe bidin.

Ev daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê wekî "ultîmatomekê" tê dîtin û heta niha Asayîşê ti daxuyanî nedane.

 

Ev nûçe bi tevahî 43 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:49:37