Êrişî Silêmaniyê hat kirin

Êrişî Taslûceya Silêmaniyê hat kirin.

18 Tîrmeh 2026 - 11:02
18 Tîrmeh 2026 - 11:02
 0
Êrişî Silêmaniyê hat kirin

Êrîş li Taslûceya Silêmaniyê hate kirin

Li derdora cihê ku êrîş lê hat kirin agirekî mezin derket.

Li gorî dîmenên vîdeoyî yên ku belav bûne, li derdora cihê ku hatiye armanckirin agirekî mezin derketiye.

Parêzgarê Silêmaniyê: Êrîş bi tundî şermezar dikin

Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir, li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:

"Li ser navê Parêzgeha Silêmaniyê, em êrişên li ser bajarê Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Em careke din tekez dikin ku Herêma Kurdistanê û birêveberiya xwecihî ya Silêmaniyê bi awayekî bêalî û bi berpirsiyarî ne beşek ji vê şerê ne."

Bang ji welatiyan re

Parêzgarê Silêmaniyê bang li welatiyan kir ku ji cihên ku bombebaran lê çêbûye dûr bimînin û nêzî wan nebin.

Her wiha daxwaz kir ku welatî li pêşiya hêzên ewlehiyê, hêzên navxwe û aliyên pêwendîdar asteng çê nekin, da ku ew bikaribin erk û karên xwe bi awayekî baş bi cih bînin.

 

Ev nûçe bi tevahî 66 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:49:50