Estonya wê yekîneyeke leşkerî li Hewlêrê bi cih bike

Fermandeyê Hêza Berevaniyê ya Estonya Martin Herem ragihand, di çarçoveya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de, yekîneyeke wê ji Hêza Operasyonên Taybet ên Estonyayê dê li Hewlêrê werin bicihkirin.

6 Avrêl 2023 - 05:01
6 Avrêl 2023 - 05:01
 0
Estonya wê yekîneyeke leşkerî li Hewlêrê bi cih bike

Fermandarê Hêzên Berevaniyê yên Estonyayê diyar kir, di qonaxa yekem a proseyê de, dê 110 leşker werin bicihkirin û 6 dê mehan de berdewam be.

Herem got: DAIŞ û teror metirsiyeke cidî ye li ser hemû Ewropa û cîhanê. Şerê li dijî terorê jî ji bo Estonya û hemû hevkarên wê yên di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de giring e.”

Tekez kir jî: “Estonya her tim ji bo têkoşîna li dijî terorê pabend e û di vê mijarê de roleke girîng lîstiye. Her wiha em pabend in jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku rûbirûyî Ewropa û hevalbendên wê dibin.”

Ev nûçe bi tevahî 623 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:14:14