Fermandarekî DAIŞê ligel du alîkarên xwe hatin girtin

Fermandehiya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li rojhilatê Sûriyê bi alîkariya helîkopteran fermandarekî DAIŞê yê bi navê Huzeyfa El Yemenî û 2 cîgirên wî dîl girtin.

13 Avrêl 2023 - 04:34
13 Avrêl 2023 - 04:34
 0
Fermandarekî DAIŞê ligel du alîkarên xwe hatin girtin

Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê de tê gotin, hêzên wan operasyonek li dijî DAIŞê li rojhilatê Sûriyê pêk anîne ku di operasyonê de helîkopter hatine bikaranîn.

Fermandehiya Hêzên Navendî yên Amerîkayê destnîşan kiriye, di operasyonê de fermandarekî pilebilind ê DAIŞê yê bi navê Huzeyfa el-Yemenî û du du cîgirên wî hatine girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Huzeyfa el-Yemenî yek ji plangerên êrîşê yên DAIŞê ye û di operasyona serdegirtina leşkerên Amerîkayê ya bi helîkopterê de hatiye girtin.

Li gor daxuyaniya CENTCOMê, di operasyonê de li tu windahiyên sivîl çênebûne û hat destnîşankirin ku girtina Yemenî derbeyeke girîng li hêza DAIŞê bo lidarxistina êrîşan daye.

Ev nûçe bi tevahî 758 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:31:52