Firokeyên F-16 li Kerkûkê baregehên DAIŞê bombebaran kir
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, li sînorê parêzgeha Kerkûkê çendîn baregehên çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Esmanî yên Iraqê ve hatin bombebarankirin.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, bi hevkariya ajansa îstixbaratê, hêzên Iraqê li Geliyê Elgûr ê li sînorê parêzgeha Kerkûkê baregeheke DAIŞê bombebaran kir.
Şaneyê eşkere kir, bi rêya firokeyên F-16 yên Iraqê binkeyeke çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê ku hejmarek çekdar tê de bûn, bombebaran kir.
Herwiha ajansa îstixbaratê ya Iraqê bi hevkariya Fermandariya Hevbeş a Artêşê, li navçeya Geliyê Elşay ê li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê bombebaran kir.
Nûvekirina herî dawî: 20:00:29