Firokeyên Tirkiyê çend cih li Hesekê bombebaran kirin

irokeyên şer ên Tirkiyê îro çend baregehên YPGê û HSDê li bakurê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

22 Mijdar 2022 - 08:08
22 Mijdar 2022 - 08:08
 0
Firokeyên Tirkiyê çend cih li Hesekê bombebaran kirin

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, firokeyên şer ên Tirkiyê îro baregeha hêzên YATê û Hevpeymaniya Navdewletî bombebaran kirine.

Li gor heman çavkaniyan, di êrişê de "baregeheke hevbeş a hêzên YATê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li bakurê Hesekê" hatiye armanckirin.

Li gor zanyariyên destpêkê di êrîşê de 2 endamên YATê canê xwe ji dest dane û 3 endamên wê hêzê jî birîndar bûne.

HSDê û Rêveberiya Xweser derbarê êrîşê de hêj ti daxuyanî nedane.

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê jî hêj ti agahiyek li ser êrîşê belav nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 570 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:08:45