Birîndarekî êrîşa mûşekî ya Îranê canê xwe ji dest da
Navenda Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, yek ji birîndarên êrîşa Îranê ya 14ê Mijdarê bo ser baregeha PDKÎ ya li Koyê canê xwe ji dest da. Bi vî awayî di encama êrîşa mûşekî û dronî ya Îranê bo ser baregeha PDKÎ de 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Navenda Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ya ser bi PDKÎ duh Duşembê 21ê Mijdara 2022 di daxuyaniyekê de ragihand, “birîndarekî din ê êrîşa Îranê ya 14ê Mijdarê bo ser kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Mihemedriza Badbirût canê xwe ji dest daye.”
Di daxuyaniya Navenda Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê de tê gotin: “Mihemedriza Badbirût, pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ku di êrîşa mûşekî ya roja 14ê Mijdarê ya Supaya Pasdaran bo ser bingehên PDKÎ de birîndar bûbû, şehîd bû. Mihemedriza Badbirût, pêşmergeyekî genc ê xelkê navçeya Melekşahî ya Îlamê nêzî du salan bû refên PDKÎyê ji bo xebata bo mafên neteweyiyên gelê xwe hilbijartibû. Ew xortê Kurd ê şoreşger berî ku refên aşkere yên partiyê ji bo xebatê hilbijêre, wek endamê teşkîlata nihênî ya PDKÎ bê westiyan erk û berpirsyariyên partayetiyê li navçeyên jêr ên Kurdistanê hilgirtibû.”
Li gor daxuyaniyê, ew pêşmergeyê PDKÎ di êrîşa mûşekî ya roja 14ê Mijdarê de bi giranî birîndar bûbû û şeva Duşembê canê xwe ji dest daye.
Roja 14ê Mijdara 2022, Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bi mûşek û dronan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li sînorê Koye û Zirguwêzê kir.
Rêveberê Nexweşxaneya D. Xalîd a Koyê, Şêrwan Celal piştî êrîşê ragihandibû, di encama wê êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes birîndar bûne.
Supaya Pasdaran a Îranê herî dawî şeva Yekşembê li ser Duşembê 20-21ê Mijdarê bi mûşek û dronan êrîşî ser baregehên PDKÎ û Komeleyê kiribû û di encama wê êrîşê de jî pêşmergeyekî PDKÎ li navçeya Koyê bi navê Bêhzad Îskat canê xwe ji dest dabû.
Nûvekirina herî dawî: 22:32:13