Fransa: Em piştgiriya diyaloga HSD û Şamê dikin

Berpirsekî payebilind a dîplomatîk a Fransayê ragihand ku Parîs piştgiriya pêvajoya dan û standinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê de dike.

24 Îlon 2025 - 10:44
24 Îlon 2025 - 10:44
 0
Fransa: Em piştgiriya diyaloga HSD û Şamê dikin

Berpirsê Fransayî duh ji ajansa Rûdawê re ragihand ku “Gotûbêj bi piştgirî û hevahengiya Fransa û Amerîkayê didom in."

Çavkaniyê her wiha got, "Fransa, wekî ku di Konferansa Parîsê ya derbarê Sûriyeyê de meha sibatê soz da, xebatên xwe yên ji bo pêvajoyeke veguhêz a aştiyane de bidomînin.”

Berpirsê payebilind ê Fransayî tekezî li ser berdewamiya diyalogê ya li gel berpirsên Rêveberiya Xweser û birêvebirya Şamê kir û amaje bi wê yekê da ku tevlîkirina HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de pirsgirêkeke sereke ye ji bo aramiya Sûriye û herêmê û ji bo şerê li dijî terorê.

Berpirsî Fransî her wiha eşkere kir ku kareke girîng li her du aliyên Çemê Feratê hatiye kirin û tekezî li ser girîngiya avêtina gavan ber bi çareseriyeke hevseng û berfireh a ku rêzê li mafên hemû Sûriyeyiyan bigire kir.

Nakokî li ser şêweyê tevlîbûna şervanan e

Ev daxuyanî di demekê de tên ku alozî li ser peymana 10ê Adara 2025an a di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de berdewam in.

Armanca peymana tevlîkirina saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser di nav dam û dezgehên di bin kontrola Şamê de bû.

Her çend rêkeftin bi awayekî nîvco hatiye bicihkirin jî nakokî li ser çawaniya tevlîkirina şervanan maye.

HSD dixwaze bi vê pêkhate û fermandariya xwe ya heyî bibe beşek ji artêşa paşerojê ya Sûriyeyê lê Şam dixwaze ku HSD were belavkirin û şervan bi awayekî takekesî tevlî artêşê bibin.

Şer: Mayîna HSDê ya bi vî rengî metirsî ye

Ehmed Şer roja duşemê, di gotareke xwe de li Lûtkeya Salane ya Concordiayê ya li New Yorkê de rexne li derengketina bicihkirina peymanê girt û hişyarî da ku mayîna bi vî awayê heyî ya HSDyê "herêmê dixe nav metirsiyeke mezin û dibe ku bibe sedema şerekî berfireh" ku dê bandorê li ser Îraq, Tirkiye û Sûriyeyê bi xwe jî bike.

Rêveberiya Xweser gelek caran tohmetên cudaxwaziyê red kirine û tekez kiriye ku ew naxwazin ji dewleta Sûriyeyê veqetin.

 

Ev nûçe bi tevahî 34 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:12:08