Trump li NYyê Îran, Ewropa û birêvebiriya berê ya Amerîkayê dan ber rexneyan
Donald Trump di axaftina xwe ya li Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de got, “Gotinên pûç şer çareser nakin. Rêya tekane ya çareserkirina şer û pevçûnan liv û tevger e.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) axivî.
Donald Trump bi rexnekirina birêvebiriya berê ya Amerîkayê dest bi axaftina xwe kir û Joe Biden wekî berpirsê "gelek karesatan" bi nav kir.
Trump behsa bilindbûna dawî ya borsaya Amerîkayê, veberhênan, kêmkirina bac û rêziknameyan û ewlehiya sînoran kir û polîtîkayên xwe yên koçberiyê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got:
“Ez dixwazim spasiya El Salvadorê bikim ji ber ku wan gelek sûcdarên ku ketine welatê me û hatine girtin bi awayekî serkeftî û profesyonel qebûl kirine.
Ev hejmar di bin birêvebiriya berê de gihiştibû asta rekorê û niha hemû jî tên bêbandorkirin.”
Trump piştre diyar kir ku Amerîka "ji bo karsaziyê welatê herî baş ê cîhanê ye" û got ku Amerîka "ji her demê zêdetir rêz lê tê girtin."
Rexneyên Trump ên li NYyê
Trump, NY rexne kir ku "di xebatên siyaseta derve de alîkarî nedaye wî" û got:
“NY xwedî potansiyeleke mezin e. Min her tim ev gotiye lê tiştê tekane dikin ew e ku nameyeke bi gotinên gelekî tund dinivîsin û paşê şopa wê nameyê naşopînin.
Gotinên pûç in û gotinên pûç şer çareser nakin.
Rêya tekane ya çareserkirina şer û pevçûnan liv û tevger e.”
“Min 7 şer bi dawî anîn”
Trump da zanîn ku ji dema vegeriyaye ser kar ve wî "7 şer bi dawî anîne" û diyar kir ku ew şer û pevçûn wekî nakokiyên "bêdawî" dihatin zanîn.
Trump behs kir ku şer û pevçûnên navborî di navbera welatên Kamboçya û Tayland, Kosova û Sirbistan, Pakistan û Hindistan, Îsraîl û Îran, Misir û Etiyopya, Ermenistan û Azerbaycan, Komara Demokratîk a Kongo û Riwandayê de bûne.
Trump îdia kir ku "ti serokê din tiştekî nêzîkî vê yekê nekiriye" û got ku NYyê "hewl jî nedaye ku alîkariya ti ji van pevçûnan bike."
“Divê welatên din jî li pey nêzîkatiya Amerîkayê biçin”
Trump pêşniyar kir ku "divê welatên din jî li pey nêzîkatiya Amerîkayê biçin" û wiha anî ziman:
“Paşerojeke gelekî baştir li ber destê me ye lê ji bo ku em bigihêjin wir, divê em rêbazên têkçûyî yên berê red bikin û ji bo rûbirûbûna hin ji mezintirîn gefên dîrokê bi hev re bixebitin.”
Trump got ku "xetereya herî cidî ya cîhana îro çekên herî wêranker in ku mirovahî wan nas dike."
Peyama Trump a ji Îranê re: "Nabe rê were dayîn ku xwedî çekên herî xeternak be"
Donald Trump, Îrana ku wekî "piştgira sereke ya terorê" bi nav kir, bi amajedana bi bernameya atomî diyar kir ku "nabe rê were dayîn ku xwedî çekên herî xeternak be."
Trump behsa wê yekê kir ku wî çawa destpêka salê ferman daye ku tesîseke atomî ya girîng a Îranê were bombebarankirin û da zanîn, "Me tiştek pêk anî, 22 sal bûn ku xelkê dixwest bike."
“Her kes dibêje divê ez Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirim”
Trump amaje bi xwestina xwe ya ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya Nobelê kir û îdia kir ku ji ber hewldanên wî yên ji bo pêkanîna aştiyê "her kes" wî layîqî vê xelatê dibîne û da zanîn:
"Her kes dibêje ku divê ez ji bo her yek ji van serkeftinên xwe Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirim.
Lê ji bo min xelata rastîn ew zarok in ku dê karibin li gel dayîk û bavên xwe mezin bibin, ji ber ku êdî bi milyonan mirov di şerên bêdawî û pîroz de nayên kuştin.
Tiştê ku ez dixwazim ne standina xelatê ye, rizgarkirina jiyanan e."
“Divê em şerê li Xezeyê demildest rawestînin”
Trump tekezî li ser wê yekê kir ku ji êrişa 7ê Çiriyan Pêşînê ve "Hemasê gelek caran pêşniyarên maqûl ên ji bo aştiyê red kirine" û got:
"Divê em şerê li Xezeyê demildest rawestînin."
Trump her wiha da zanîn:
“Divê em dîlan vegerînin. Em her 20î dixwazin. Ne du an çar. Niha, mîna ku şer û pevçûna heyî teşwîq bikin, hinek endamên vê rêxistinê hewl didin ku bi awayekî yekalî Dewleteke Filistînê nas bikin.
Xelatên vê yekê dê ji bo terorîstên Hemasê ji ber hovîtiyên ku kirine pir mezin bin.
Ev dê bibe xelatek ji bo van hovîtiyan."
Nirxandinên Trump ên li ser şerê Rûsya-Ukraynayê
Trump diyar kir ku ji ber pêwendiya wî ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re, ew difikire ku ev pevçûn a herî hêsan e ku were çareserkirin û pêwendiyên wan her tim "baş" bûne.
Donald Trump her wiha anî ziman:
"Mirov nikare bizanibe dê di şer de çi bibe, her tim gelek surprîzên baş û xirab hene."
Trump tekez kir ku "diviyabû ev pevçûneke biçûk û bilez bûya lê ji ber ku dirêj bûye, Rûsyayê bandoreke xirab hiştiye."
Trump hevpeymanên xwe yên Ewropayê rexne kir û diyar kir ku divê ew "bi tam heman tedbîran bi cih bînin" û tevlî Amerîkayê bibin û da zanîn:
“Hûn gelekî nêzîktirî bajêr in. Di navbera me de okyanûsek heye.
Hûn li wir in û divê Ewropa bikeve dewrê. Tiştê ku dikin nayê qebûlkirin. Ew ji Rûsyayê petrol û gazê dikirin.”
Gefa bacê li Rûsyayê
Trump diyar kir ku bi vê yekê, welatên Ewropa û NATOyê "şerê li dijî xwe fînanse dikin".
Trump got ku eger rêkeftinek ji bo bidawîanîna şer neyê kirin, Amerîka amade ye ku bacê bi ser Rûsyayê de bisepîne.
Trump got, "Lê ji bo ku ev bac bi bandor bin, welatên Ewropayê, hûn ên ku niha li vir kom bûne, divê bi heman tedbîran tevlî me bibin."
Nûvekirina herî dawî: 09:14:06