Gelo helwesta Amerîkayê ya li beramberî Rojavayê Kurdistanê guheriye?

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku helwesta wan a li hemberî Rojavayê Kurdistanê neguheriye.

25 Çile 2024 - 03:10
25 Çile 2024 - 03:10
 0
Gelo helwesta Amerîkayê ya li beramberî Rojavayê Kurdistanê guheriye?

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya e-mailê bersiv da pirsên Rûdawê yên li ser aloziyên Rojhilaya Navîn û êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê.

Wî berdevkî amaje pê kir ku êrişên Tirkiyeyê zerere didin xelkê sivîl û ragihand:

“Amerîka ji ber êrişên li bakurrojavayê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) û bandora wan êrişan a li ser xelkê sivîl û jêrxanê gelekî nîgeran e.

Amerîka dîsa ji ber bandora van êrişan a li ser operasyonên xwe yên ji bo nehiştina DAIŞê jî nîgeran e.”

Ev nûçe bi tevahî 1010 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:23:25