HAK-PAR: Em kesên ku di Komkujiya Geliyê Zîlan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin
Rejîma Kemalîst li şûna naskirina mafên rewa yên gelê Kurd de, tepisandina bi xwînê hilbijart û 96 sal berîya niha li Gelîyê Zilan, yekî din ji komkujiyên xweyê "herî bixwîn" pêkanî.
Di tîrmeha 1930'î de, rejîma Kemalîst li seranserê Geliyê Zîlanê gundên Kurdan şewitandin û bi deh hezaran gundî qetil kirin.
Kemalîstên ku beriya damezirandina Dewleta Komara Tirkiyeyê soz dabûn ku dê mafên rewa yên Kurdan nas bikin, piştî Peymana Lozanê polîtîkayeke înkar, îmha û asîmîlasyonê li ser Kurdan meşandin û bi pêkanînên ku gihîştin asta jenosîdê, Kurda neçarî teslîmiyetê kirin.
Serhildana ku di sala 1925'an de dest pê kiribû hatibû tepisandin, Şêx Seîd û hevalên wî hatibûn dardekirin lê Rejîma Kemalîst, tû ferqê nexist navbera kesên ku beşdarî serhildanê bûne û yên ku nebûne, kampanyaya xwe ya terorê ya bêdawî li dijî hemû Kurdan berdewam kir, her wiha polîtîkaya sirgûnkirinê, desteserkirina mal û milkên kesayetiyên navdar û rûsipiyên Kurd domand.
Di bin van şert û mercan de, rejim bi hiqûqa mêtingerî tevdigeriya û kesayetên ku ji ber Serhildana Agiriyê ku xwe spartibûn Geliyê Zîlanê ku girêdayî navçeya Erdîşê ya Wanê ye qetil kirin.
Piştî biryarnameya yasayî ya -di hukmê qanûnê de- Encûmena Wezîran a bi hejmara 8692 ku di 29ê Kanûna Pêşîn a 1929an de di bin serokatiya Mustafa Kemal de hatibû derxistin, hêzên Kolordoya 9emîn, di bin fermandariya Lîwayê Giştî Salih Omurtak de, ew operasyon dest pê kiribû û veguherî komkujiyeke berfireh.
Hemû gundên ku wek herêma serhildanê dihatin qebûlkirin hatin şewitandin. Dest hat danîn ser milkên gundiyan.
Rojnameya Cumhuriyetê ragihand ku li Geliyê Zilan 15 hezar kes hatine kuştin û di sernivîsên xwe de ev gotin bi kar anîn: "Geliyê Zilanê heta devê xwe bi terman tije bûbû.”
Lê Hinek çavkanî dibêjin ku hejmara miriyên di vê komkujiyê de pir zêdetir e.
Di ser komkujiya Zîlanê re 96 sal derbas bûn
Hîna jî ji bo çareserkirina mexdûriyetê tu gav nehatine avêtin. Milkên mexdûran nehatine îadekirin. Hemû hewldanên hiqûqî bêencam man.
Êşa ku ji ber vê komkujiyê ku birînên kûr li ser hişmendiya kolektîf a Kurdan hişt teze ye, û “çemê Gelîyê Zîlan, ku hîn jî lebalep xwîn jê diherike” ji bo berdewamkirina têkoşîna azadiyê dilorîne.
Wek HAK-PAR, em dixwazin ku hem desthilatdarî û hem jî mûxalefeta ku berdewamkerê Kemalîzmê ye, bi vê komkujiyê re rûbirû bibin û ji bo çareserkirina mexdûriyetê gavan bavêjin.
Em kesên ku di vê komkujiya ku bi hişmendiyeke hov û nîjadperest hatî kirin de jiyana xwe ji dest dane, bi rehm û rêzdarî bi bîr tînin.
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê
Nûvekirina herî dawî: 21:52:50