HAK-PARê lîsteya namzedên xwe radestî YSKê kir
Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê lîsteya namzedên xwe yên bo parlamenteriyê pêşkêşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê (YSK) kir. Serokê HAK PARê Duzgun Kaplan ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji rêza yekemîn a partiya xwe bû berbijêrê parlamenteriyê.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, 14ê Gulana 2023ê hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê hene. Ji bo radestkirina navê berbijêran îro 9ê Nîsanê roja dawî bû.
Tekane partiya ku mafên Kurdan ên neteweyî di bernameya wê de cih digre û beşdarî hilbijartinan dibe, HAK PAR e.
HAK PARê jî îro li 81 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, lîsteyên xwe pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê kir.
Serokê HAK PARê Duzgun Kaplan, ji Amedê di rêza yekemîn de bû berbijêr, Cîgirê Serokê HAK PARê û Nûnerê Hewlêrê Zana Sezen ji Herêma 3an a Stenbolê di rêza yekemîn de û Serokê berê yê HAK PARê Latif Epozdemir jî ji bajarê Kocaeliyê di rêza yekemîn de wek berbijêrê parlamenteriyê hat nîşandan.
Li gor lîsteyê, Îlhan Çetîn li Stenbolê û Medenî Tokaş li Colemêrgê ji bo parlamenteriyê bûne namzed.
Nûvekirina herî dawî: 23:17:57