Li Amedê qeza: agir bi otomobîlan ket û 8 birîndar hene

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, îro 9ê Nîsanê du otombîlan li hev dan û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

10 Avrêl 2023 - 02:48
10 Avrêl 2023 - 02:48
 0
Li Amedê qeza: agir bi otomobîlan ket û 8 birîndar hene

Îro 9ê Nîsanê li ser rêya Amed û Farqînê du otombîlan li hev dan û di encamê de agir bi otombîlan ket. Di bûyerê de Mehmet Veysel C., Ahmet D., Aram Serhad C., Maşallah G., Hasan E. û 3 kesên ku navên wan nehat zanîn birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê welatiyên li cihê bûyerê ji otombîlan hatin derxistin. Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gor agahiyan, her 8 birîndarên bûyerê ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hatin tomarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 575 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:35:28