Haşdi Şabi, beşek ji laşên Pêşmergeyan bi lazerê şewitand
Westa Resûl di konferanseke çapemeniyê de hûrgiliyên êrîşa ser Kerkûkê û derdora wê eşkere kirin û ragihand, hêzên Pêşmerge bergirî kiriye lê hêza wan ewqas bû ji ber çekên Amerîkî yên nû di destên Hêzên Iraqê de bûn.

Berpirsê Mihwera Başûrê Kerkûkê Westa Resûl ragihand ku êrîşa li ser Kerkûkê ji aliyê Iraq, Tirkiye û Îran ve û çavdêriya Amerîkayê pêk hatiye û diyar kir ku di şerî de 26 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye û 67 jî birîndar bûne.
Herwiha fermandarê mihwera başûrê Kerkûkê amaje pê kir ku şêwirmendên Îran û Tirkiyeyê li gel leşkerên Iraqê bûn û got: "Wan beşek ji laşên Pêşmergeyan bi lazerê şewitad".
"26 ŞEHÎD Û 67 BIRÎNDAR"
Resûl berdevama axaftina xwe de: "Ji çar lîwayên Pêşmerge û lîwayê taybet ê Kak Kosret(Resûl) 26 kes şehîd ketine û 67 jî birîndar bûne û yek jî wenda ye."
Her wiha ev di demeke wiha de ye ku Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ji bo rewşa Kerkûkê û derdora wê gotibû: "Em ji plana Bexdayê ya Kerkûkê agahdar bûn. Berê jî behsa vê mijarê hatibû kirin."
Nûvekirina herî dawî: 12:37:34