Hejmarek xwandevanên zankoyê rêya navbera Kelar û Silêmaniyê daxistin

Careke din hejmarek xwandevanên Zanîngeha Germiyanê dest bi xwepêşandanan kirin û rêya navbera Kelar û Silêmaniyê daxistin.

27 Mijdar 2022 - 13:55
27 Mijdar 2022 - 13:55
 0
Hejmarek xwandevanên zankoyê rêya navbera Kelar û Silêmaniyê daxistin

Hat ragihandin ku careke din hejmarek xwandevanên Zanîngeha Germiyanê dest bi xwepêşandanan kirin.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro 27.11.2022yê hejmarek xwandevanên Zanîngeha Germiyanê dest bi xwepêşandanê kirin û piştre çûn ser rêya giştî ya Kelar – Silêmanî û rê daxistin.

Ev demeke xwandevanên Zanîngeha Germiyanê nerazîbûn û xwepêşandan dikin û daxwaza sîstematîk kirina fona xwe dikin û heftiya borî jî xwepêşandan ji bo heman armancê kirin û rêya navbera Kelar û Silêmaniyê daxistibûn.

Ev nûçe bi tevahî 644 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:24:20