Helîkopterek li nêzîkî Hewlêrê kete xwarê
Jêderekî ragihand, helîkopterek li nahiya Guwêrê ya li rojhilatê Hewlêr kete xwarê.

Li gorî K24\'ê ku nûçeya xwe dispêre jêderekî li heremê hat ragihandin ku, ew helîkopter ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye û di dema rahênanê de pirsgirêkeke teknîkî derketiye û ketiye.
Her wiha hat ragihandin ku di qezayê de tu kesekî canê xwe ji dest nedaye û tîma Hevpeymanîya Navdewletî ewlehîyê da ye.
Nahiya Giwêrê ser bi Mexmûrê ve ye û 45 k.m dûrî Hewlêrê ye, lê ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Neynewayê ve ye.
Nûvekirina herî dawî: 10:27:00