Terorîstekî DAIŞê li Silêmaniyê hat girtin
Şaneya Ragihandinê ya ewlekarî ya Îraqê serkirdeyekî DAIŞê li parêzgeha Silêmaniyê girt û got ku ew yek ji berpirsên komkujiya Speicher a sala 2014an bû.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî di daxuyaniyekê de got: “Dezgeha Hewalgiriya Niştimanî ya Iraqê bi hevahengiya ligel Dezgeha Dije-Terorê terorîstek li parêzgeha Silêmaniyê girt.”
Li gorî daxuyaniyê, wî teroristî di sala 2013an de tevlî DAIŞê bû û li parêzgeha Selahedînê beşdarî hejmarek ji kiryarên terorîstî li dijî hêzên ewlehiyê yên Iraqê bû.
Da zanîn jî, ev terorîst yek ji berpirsên komkujiya sala 2014an a li binkeya leşkerî ya Speicher a parêzgeha Selahedînê bû.
Binkeya Speicher, 160 kîlometran li bakurê Bexdayê ye, DAIŞê di 12-15ê Hezîrana 2014an de ew kontrol kir û tê de 1700 leşker kuştin, termê hinek leşkeran avêtin çemê Dîcleyê û hinek jî di gorên bikomî de veşartin.
Li gorî Şaneyê, ev terorîst fermandeyekî leşkerî bû û di çendîn operasyonên teroristî yên li dijî hêzên ewlehiyê yên Iraqê de beşdar bûbû.
Nûvekirina herî dawî: 20:38:49