Herêma Kurdistanê û Îranê 56 zindanî bi hev guhertin

Li gorî daxuyaniya berpirsekî Herêma Kurdistanê bi hev guhertina zindaniyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de di sala nû de jî wê berdewam be.

30 Berfanbar 2016 - 02:33
30 Berfanbar 2016 - 02:33
 0
Herêma Kurdistanê û Îranê 56 zindanî bi hev guhertin

Li gorî daxuyaniya berpirsekî Herêma Kurdistanê bi hev guhertina zindaniyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de di sala nû de jî wê berdewam be.

Rêviberê Çaksaziya Mezinan a Silêmaniyê Şêrko Arif di daxuyaniyekê de ragihand di sala 2016an de, bi hev guhertina zindaniyan di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bi başî birêve çû û 56 zîndanî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bo Îranê hatine vegerandin.

Arif di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo sala 2017an jî 14 zîndanî hatine amadekirin da ku li gel zindaniyên Başûrê Kurdistanê yên li Îranê bihên guhertin. Bi gotina Rêvebirê Çaksaziya Mezinan ê Silêmaniyê, Şêrko Arif, pevguhertina girtiyan di sala 2017an de wan kesan li xwe nagire, ku bi sedemên siyasî û ewlehiyê li cem her du aliyan girtî ne.

Ev nûçe bi tevahî 1798 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:23:40