Heval Ebûbekir: Girîng e aliyên siyasî piştevaniya hikûmetê bikin

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, divê hilbijartin di dema xwe de were kirin û got: “Girîng e aliyên siyasî bi hev re rûnin û piştevaniya hikûmetê bikin.”

19 Gulan 2023 - 10:39
19 Gulan 2023 - 10:39
 0
Heval Ebûbekir: Girîng e aliyên siyasî piştevaniya hikûmetê bikin

Heval Ebûbekir ji Kurdistan24ê re ragihand, divê hilbijartin di dema xwe de were kirin û ev jî rewşa Herêma Kurdistanê baştir dike.

Di salvegera koça dawî ya Newşîrwan Mistefa de Heval Ebûbekir diyar kir: “Divê hêzên siyasî têbigihin ku hilbijartin girîng e ku di dema xwe de were kirin, ev jî baweriya welatiyan zêdetir dike.”

Parêzgarê Silêmaniyê herwiha ragihand: “Girîng e aliyên siyasî bi hev re rûnin û piştevaniya hikûmetê bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 432 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:56:13