Tirkiyê çar gundên devera Nihêlî bombebaran kir
Îro çar gundên devera Nihêlî yên li sînorê qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê, ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.

Li gorî ragihandina Kurdistan24ê li Duhokê, îro 19ê Gulana 2023an danê sibê di demjimêr 10:00an de, firokeyên şer ên Tirkiyê bi dijwarî gundên Guherz, Derdûrên, Sergelî û Sigêrê yê çiyayê Metîna yê devera Nihêl a li sînorê Amêdiyê bombebaran kirin.
Li gor zanyariyan sê ji wan gundan avakirî ne û ji ber bombebaranan tirs di dilê nişteciyên wan gundan de dirust bûye.
Nûvekirina herî dawî: 08:37:17