Hevpeymanîya Nêvdewletî bo cara yekem bi zimanê Kurdî daxuyanîyê dide

Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê bi zimanê Kurdî radigehîne, bo ji navbirina Dişê li rojhelata Furatê, bi temamî, wan operasyonên berfirehtir destpêkirine.

24 Mijdar 2019 - 03:17
24 Mijdar 2019 - 03:17
 0
Hevpeymanîya Nêvdewletî bo cara yekem bi zimanê Kurdî daxuyanîyê dide

Bo cara yekem Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê, daxuyannameyek bi zimanê Kurdî belav kirîye û radigehîne, bo ji navbirina Daişê bi temamî li rojhelata Furatê, wan operasyoneke nû destpêkirine û gelek çekdarên Daişê kuştine û hejmarek ji wan jî destgîr kirîne.

Di daxuyannameyê de, amaje bi wê yekê hatîye kirin, ku bi sedema cigîrkirina hêzên wan li rojhelata Furatê, operasyonên wan bo demeke kurt hatibûn rawestandin, lê careke din operasyonên tundtir û berfirehtir bo ji navbirina Daişê careke din dê destpêbikin.

Ev nûçe bi tevahî 1269 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:54:13