Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokê Amerîkayê kir

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence, serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

23 Mijdar 2019 - 12:38
23 Mijdar 2019 - 12:38
 0
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokê Amerîkayê kir

Îro Şemiyê (24.11.2019) seat 16.00, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talabenî û hejmarek berpirsên Herêma Kurdistanê beşdarî pêşwazîkirin û civîna ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê bûn.

Derbarê serdana xwe de Mike Pence got: “Li ser navê Serok Trump ji bo bihêzkirina hevkariya gelê Kurd û Amerîkayê ya li dijî terorê min ev serdan pêk aniye. Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurd dizanin ku Amerîka her tim piştgirê wan bûye.”

Ev nûçe bi tevahî 707 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:14:27