Grûpên çekdar êrîşî Eyn Îsayê kirin

Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi dijwarî êrîşî herêma rojavayê Eyin Îsa kirin û heta niha jî şer berdewam e.

24 Mijdar 2019 - 05:10
24 Mijdar 2019 - 05:10
 0
Grûpên çekdar êrîşî Eyn Îsayê kirin

Tevî ku Tirkiyê ragihand, ku operasyonên wê yên leşkerî rawestiyan, lê îro çekdarên girêdayî wê, bi hêzeke zêde êrişî gundên rojavayê bajarokê Eyin Îssa kirin.

Çekdarên opozisyona Sûriyê êrişên xwe li derdora herêma bakurê navçeya Eyn Îsayê dijwar kirine û xalên artêşa artêşa Sûriyê û malên sivîlan ên li aliyê rojavayê navçeyê kirin armanc.

Ajansa fermî ya Sûriyê ragihand, di êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên girêdayî wê de li ser gundê Qirnfil yê Eyin Îssa, 5 kesên sivîl hatin kuştin ku zarok jî di nav wan de hene.

Herwiha ji ber şerê li herêmê çûnûhatinali ser rêya M4 rawestiyaye.

Ev nûçe bi tevahî 734 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:30:37