Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Enqerê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî kêliyek berî niha di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşte Enqere ya paytexta Tirkiyê.

28 Mijdar 2019 - 06:51
28 Mijdar 2019 - 06:51
 0
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Enqerê

Biryar e Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de, bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê wî welatî Mevlut Çavuşoglu re bicive.

Ev yekemîn car e ku Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiyê dike.

Serokomariya Tirkiyê îro derbarê serdana Mesrûr Barzanî de daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, Mesrûr Barzanî dê saet 13.30 ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hevdîtinê bike û piştre herdu alî dê civîne rojnamevanî ya hevbeş saz bikin.

Li gor Serokomariya Tirkiyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her îro dê saet 17.00 li Koşka Serokomariyê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bê pêşwazîkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1083 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:34:24