HezKurdê, Roja Cejna Zimanê Kurdî li Amedê bi hezaran kartên Alfabeya Kurdî belavkir

HezKurdê duh bi mebesta 15ê Gulanê, Roja Cejna Zimanê Kurdî li Taxa Rezan, Taxa Ofîs û Taxa Seyrantepe ya li Amedê bi hezaran kartên Alfabeya Kurdî belavkir.

16 Gulan 2022 - 07:38
16 Gulan 2022 - 07:38
 0

HEZKURD, duh ji bo Cejna Zimanê Kurdî, li Amedê bi pêşengiya Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî û xwebexşên HEZKURDê li Amedê daket qadan. Hat zanîn ku HEZKURDê ji bo fêrbûna Kurdî, di nava gel da bi hezaran kartên Alfabeya Kurdî û bi mebesta cejnê jî ji bo dikandar, gel û zarokan şekir û çîkolate belavkirin.

\"\"

Berdevka HEZKURDê Barij Celalî anî ziman û got, \'Dive cejna zimên di nava gel da were pîrozkirin. Da ku gelê Bakurê Kurdistanê bizanibe ku 15ê Gulanê, roja cejna Zimanê Kurdî ye. Ger em tenê li salonan yan jî li ser medya civakî vê cejnê pîroz bikin, ev cejn nabe ya gel, dê bibe ya çînîyek teng û elît. Divê hemî sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdan, vê cejnê di nava gel da pîroz bikin û bi Miletê Kurd bidin zanîn ku, 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Bi vê yekê, me weke her car biryar daye ku, em ê hemî xebatên xwe û pîrozbahîyên zimên, bi gel ra pêk bînin. Da ku hişmendiya zimên di nava Neteweya Kurd da bilind bibe.\"

\"\"

Celalî da zanîn ku, wan li sê taxên Amedê (Rezan, Ofîs û Seyrantepê) bi hezaran kartên Alfabeya Kurdî û wek devşîrînîya cejnê jî ji bo hemwelatiyan, şekir û çîkolate belav kirine.

\"\"

Ev nûçe bi tevahî 807 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:24:12